Gund 25 kîlometro dûrî navçeyê ye, li gund 85 mal hene û 450 kes dijîn. Li gund ev 11 sal in ku hezaz çêdibe û gelek xaniyan zirar dît.
Qaymeqamtiyê di sala 2003yan de gund wekî herêma bobelatê îlan kir û 25 malên bobelatê wir çêkir. Hin welatiyan diyar kir ku xetereya xirabûna malên wan heye û malên xwe bar kirin û hin gundî jî dîsa di xaniyên xwe de dimînin.
Qaymeqam Atif Çîçeklî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Me gelek caran ragihandiye welatiyan ku ev der herêma bobelatê ye. Digel vê yekê hin welatî hê jî vê herêmê bi kar tînin. Ji ber bobelata hezazê herêm wek herêma bobelatê hat îlankirin û ji bo welatiyên me 25 xaniyên nû hatine çêkirin û 6 xanî jî tên çêkirin û xebatên me berdewam dikin."
Ji gundiyan Yûsûf Karataş jî got ku gundê me roj bi roj xirab dibe û ji holê radibe û got ku "Bi taybetî di van demên dawîn de gelek mal xirabûn. Ji ber vê yekê hin gundî ji gund derketin."