Türkan Tosun
05 Tebax 2018•Rojanekirin: 06 Tebax 2018
CAKARTA
Li Girava Lombokê ya rojhilatê Endonezyayê bi lerza 7an erdhejek çêbû.
Saziya Meteorolojî Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyand erdheja ku lerza wê 7 e li Girava Lombokê li bakurê rojhilatê bajarê Mataramêyê 15 kîlomêtro di bin erdê de çêbûye.
Li herêmê hişyariya tsunamiyê hat kirin.
Der barê mirî, birîndar û zirarê de tu agahî nehat dayîn.
Hefta borî li heman herêmê dîsa erhejeke lerza wê 6,4 çêbûbû.
Di erdhejê de kesek miribû, ji hezarî zêdetir çiyagerên li herêmê ji wir hatibûn tehliyekirin.