Fatih Gazioğlu
28 Îlon 2018•Rojanekirin: 29 Îlon 2018
CAKARTA
Li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê erd bi lerza 7,7an hejiya.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê daxuyand ku navenda erdhejê 27 kîlomêtre bakurê rojhilatê Donggalaya eyaleta Sulawesiya Navîn e û erdhej 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Saziyê piştî erdhejê ji bo herêmê hişyariya tsunamiyê da.