Aynur Şeyma Asan
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 30 Tebax 2023
Li peravên Deryays Balî ya Endonezyayê bi mezinahiya 7,1 erdhejek çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku navenda erdheja bi mezinahiya 7,1ê deryaya Balî ya Endonezyayê ye.
Di erdheja ku di 515 kîlometreyan di kûrahiyê de çêbû, hê ziyanên canî û madî nehatine cîgirkirin.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Di erdheja bi mezinahiya 5,6an de ku par li eyaleta Javaya Rojava ya Endonezyaye qewimî, zêdeyî 300 kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.