Fatih Gazioğlu
16 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
CAKARTA
Li Endonezyayê li eyaleta Papua bi lerza 5,4n erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku cihê navendî ya erdhejê 47 kîlomêtre li paytext Jayapurayê ye.
Hat ragihandin erdhej di 10 kîlomêtro kûrahiyê da çêbûye.
USGSyê û Navenda Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê tu hişyariya tsunamiyê nedan.
Der barê ziyana can û mal da jî daxuyanî nehat dayîn.