Abdullah Tel
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Di raporeke Fona Alîkariya ji Zarokan ra ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) amade kir da derket holê ku li Efxanistanê hema hema nîvê zarokên divê biçin dibistanê ji ber şer, rewşa ewlehiyê ya her diçe xirab dibe û feqîriyê ji perwerdehiyê bêpar mane û nikarin biçin dibistanê.
Li Efxanistanê di sala 2001ê da bi mudaxaleya Amerîkayê Talîban ji desthilatdariyê dûr ketibû û rapora herî dawîn a UNICEFê jî nîşan dide ku hejmara zarokên naçin dibistanê ji wê rojê heya niha di asta herî kêm da ye.
Di raporê de hat diyarkirin ku, "Li Efxanistanê 3 milyon û 700 hezar zarokên emrê wan di navbera 7 û 17 salan da ye ji ber şer û feqîriyê nikarin biçin mektebê. Di nav wan zarokan da 2 milyon û 700 hezar ku teqabûlî ji sedî 60î dike jî keçik in. Yanî ji her sê qîzên xwendekar du qîz ji perwerdehiyê bêpar in."
Di raporê da hat ragihandin li herêmên Kandahar, Helmend, Vardak, Paktîka, Zabul û Uruzgana ku şer herî zêde li wan deran bi tesîr bû ji sedî 85ên keçikan ji perwerdehiyê bêpar man û nikarin biçin mektebê.
Ji sedemên nexwendina zarokên qîzîn yek jî di emrê biçûk da zû zewicandina wan e.
Nûnera Efxanistanê ya UNICEFê Adele Khodrê diyar kir ku zarokên naçin dibistanê bi talûkeyên wek bi darê zorê revandin, ji hêla rêxistinên çekdarî va emilandin û bi zorê xebabitandinê ra rû bi rû ne.