Önder Beyter
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Endamên Komeleya Çand û Hevkariyê ya Tirkistana Rojhilat ji ber ku Konsolosxaneya Çînê li Stenbolê fitar da hin xwendekarên ji Tirkistanê, xwepêşandana protestoyê li dar xistin.
Koma ku li rexê Îskeleya Beşîktaşê kom bû û di destê wan da jî alayên Tirkistan û Tirkiyeyê hebûn, pankarta "Çîn li Tirkistana Rojhilat rojiyê qedexe dike, li Tirkiyeyê jî fitarê dide" vekir û dijî Çînê durişm berz kirin.
Serokê Komeleya Çand û Hevkariyê ya Tirkistana Rojhilat Seyît Tumturk li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku Çîn li Tirkistana Rojhilat hewl dide ku rojiyê li 35 milyon Tirkî qedexe bike û wiha dewam kir, "Çîn dinyayê dixapîne, rastiyê diqulibîne û ji bo ku li Tirkiyeyê miletê Tirk bixapîne, fitarê dide 400 xwendekarên Uygur. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin."
Tumturk diyar kir ku rêveberiya Çînê milyonek Tirkistanî kirine kampan û gelek jê jî qetil kirine û wiha dewam kir, "Heman Çînê xwendekarên ji Tirkistana Rojhilat bi gef û gur dawetî fitarê kirine û wê sibê di çapemeniyê da bêjin ku rêveberiya Çînê ji Tirkistaniyan ra çend baş e. Gelo Çîn wê heya kengî me bixapîne?"
Xwepêşanderan protestoya xwe kuta kir û piştî ku bang hat dayîn, li erdê sifre raxistin û fitara xwe vekirin.