Önder Beyter
31 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 01 Tebax 2020
Li Efxanistanê gel ligel cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji bo nimêja Eyda Qurbanê çûn mizgeftan.
Li welêt ku her diçe hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêde dibe, bi minasebeta Eyda Qurbanê gel sibê zû, paytext Kabul di serî da li gelek herêman çûn mizgeftan.
Li bajarê Mezarê Şerîf ku li bakur dimîne, yên ku çûn Mizgefta Rewzayê Şerîf pabendî mesafeya civakî nebûn û piraniya wan jî bêmaske bûn.
Rêveberên herêmî ku hersal wekî kevneşopî beşdarî nimêja eydê dibin û xîtabî gel dikin, ji ber Kovîd-19ê vê carê neçûn nimêjê eyda.
Her wiha di xutbeya piştî nimêjê da jî yekîtî û aştiya welêt hat balkişandin.
Piştî nimêja eydê ku bi tedbîrên qewîn ên ewlekariyê hat kirin, ligel Kovîd-19ê gel eydana hev kir.