22 Gulan 2023•Rojanekirin: 25 Gulan 2023
Bi hezaran malbatên Efxan ji ber xizanî û feqîriyê di şikeftan da dijîn. Wilayeta Bamyanê nêzî 4 saetan dûrî Kabula paytext e û par zivistaneke pir dijwar derbas kir. Piştî dagirkirina Amerîkayê bi dawî bû, li Efxanistanê bi milyonan kes bi hişkahî, xela, nexweşî û birçîbûnê ra têdikoşin. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Efxanistanê nêzî 40 milyonî meri dijîn. Tê zanîn ku li Efxanistanê 28,3 milyon kes bi awayekî acil mihtacî alîkariya însanî ne. Nûçegihanê AAyê di şikeftên Bamyanê da jiyana dijwar a malbatên Efxan kişandin.