Şerife Çetin
22 Gulan 2023•Rojanekirin: 22 Gulan 2023
Avahiya Turkeviyê ku Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê û Serkonsolxaneya New Yorkê tê da ye, rastî êrîşê hat.
Li gor agahiya ku hat hildan, di saet 03.14an da kesekî ku nasnameya wî nayê zanîn, bi lewleya hesin hin camên qata binî ya avahiyê şikandin.
Bi polêsê New Yorkê ra têkilî hat danîn.
Polêsê New Yorkê şirîta ewlehiyê kişand dora Turkeviyê û der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.