Ekip
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
KABUL
Gulbeddîn Hikmetyarê pêşengê Partiya Hizbî Îslamî destnîşan kir hin kes ji bo menfeet û berjewendiyên xwe dixwazin li herêmê şer dewam bike û got hin dewletên mezin ji bo vê dixebitin.
Hikmetyarê mehên borî piştî bi dewleta Efxanistanê ra peymana aştiyê hat îmzekirin û vegeriya Kabulê di nav çapemeniya dinyayê da cara ewil ji Ajansa Anadoluyê (AA) ra axivî.
Gulbeddîn Hikmetyar diyar kir neyarên Îslamê di aştî û şer da jî xelkê Efxanistanê rehet nahêlin û got di herdu rewşan da jî zirara xelkê Efxanistanê çêdibe.
Hikmetyar destnîşan kir li Efxanistanê şer dewam dike û xwîn dirije û wiha got: "Hêvî dikim rojeke wisa were xelkê Efxanistanê nebe qurbana şer û xwîna wan nerije."
Gulbeddîn Hikmetyar got ku dijminê welêt her tim li ser tetikê ne û ji bo şer berdewam bike pir zêde pere xerc dikin.
Hikmetyar destnîşan kir ku gelê Efxanistanê ev 40 sal e di nav şer de ye.
-Yekîtiya Sovyetê ji me re şer wekî mîrat hişt
Hikmetyar got ku Yekîtiya Sovyetê ji Efxanistanê vekişiya lê şer wekî mîrat ji wan re hişt, şerên niha dewam dikin ji wê serdemê mane. Wê demê şer bi pêşengiya Moskovayê dihat birêvebirin niha jî bi serokatiya Washingtonê berdewam dike.
Hikmetyar got ku êdî li Efxanistanê bidawîbûna şer nêz bû, her kes ji şer aciz e, westiyaye û dizane ku bi hewlên efxanan va pirsgirêkên Efxanistanê ew ê bên çareserkirin.
Hikmetyar destnîşan kir ku kesên ku dixwazin bi şeran va hin tiştan biguherînin êdî fehm kirin ku nikarin bi sîlahên modern û artêşa hêzdar va tiştekî bi dest bixin û di şeran da aliyê ku qezenc dike tune.
Hikmetyar gor encax efxan li hev bikin dikarin şer biqedînin û wiha pê da çû: "Em ê bi hemû koman ra bên ba hev ku çareseriyekî bibînin, me di vê mijarê da bi hin koman ra têkilî danî û dît ku ew jî vê dixwazin. Serpêhatiyên nebaxş ên her kesî yên ku ji şer mane hene û ji ber vê yekê êdî naxwazin carekê dîsa heman tişt bên serê wan.
Hikmetyar îdia kir ku ji bo welêt pirsgirêka herî mexin ne rêxistinên terorê DEAŞ û El Qaîde ye, pirsgirêka esil welatên dewlemend ên derdorê ne ku ji bo berjewendiyên xwe piştgirî û alikariyê didin terorê. Hikmetyar got: "Hêzên derva, efxanan di vî şerî de weke wesîleyekê bi kar tînin" û ragihand ku heke efxan di nav xwe de li hev bikin, wê demê him pirsgirêkin derva him jî yên hundir wê çarêser bibin.
-"Emê piştgiriyê bidin rêvebiriya mewcûd"
Hikmetyar got ku guherîna rêvebirina fiîlî nakine armanc û ragihand ku ji bo şerê li welêt bi dawî bibe û aştî were, bê şert û merc wê piştgiriyê bidin rêvebiriyê. Hikmetyar li ser êrîşa dawî yê li Kabulê jî got ku yên ku ev êrîş kirine, hov in û ji bo tu tiştî merhemeta wan tune.
Gulbeddîn Hikmetyar got ku ev êrîşên tên kirin ne karê gelê efxan e û wiha dewam kir: "Efxan qet ewqasî wehşî nebûne. Ev êrîş karê dewletên derva ne. Wan tu sînor nînin. Tu piroziyên wan tunene. Di êrîşê de gelek insanên bêguneh hatin kuştin. Ev encax karê wan kesan e ku ji Xwedê bawer nakin û tu merhemeta wan tuneye."
Hikmetyar der barê hewldana derbeya 15yê tîrmehê de jî wiha got: "Em gelê Tirkiyeyê pîroz dikin. Bi têkoşîna gelê tirk ya ku 15yê tîrmehê li dijî derbekaran kirin em gelekî kêfxweş bûn. Gelê Tirkiyeyê hêza Tirkiyeyê nîşanî hemû dinyayê da. Gelê Tirkiyeyê layiqê serokatiya alema Îslamê ye. Emê jî bo Tirkiyeyê dia bikin."
- Peymana aştiyê
Serokê Dewleta Efxanistanê Eşref Ganî û serkirdeyê Hizbî Îslamî Hikmetyar par peymana aştiyê îmze kiribûn.
Bi peymanê dê Gulbeddîn Hikmetyar û endamên partiya wî ji lîsteya reş a navneteweyî bihata derxistin, ji bo ku li Kabulê bijîn ji wan ra cihekê bihata çêkirin, wê ji derfetên dewletê îstifade bikin û mensûbên partiyê yên girtî jî wê werin berdan.
Partiya Hizbî Îslamî 14 sal bûn li dijî hikûmeta Efxanistanê şer dikir.