Önder Beyter
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
SOÇÎ
Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Putîn der heqê îdiayên ku Serokê DYAyê Donald Trump di hevdîtina xwe ya hefteya borî ya li Qesra Spî ya digel Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Balyozê Ûris da der heqê rêxistina terorê DEAŞê da agahiyên pir veşartî eşkere kirin da wiha got, "Em dibînin ku li DYAyê şîzofreniyeke polîtîk geş dibe. Ev îdia bi awayekî din nikarin bên îzahkirin."
Putîn li bajarê Soçiyê di civîna hevpar a çapemeniyê ya piştî kombûna ligel Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni da wiha xeberda, "Em dibînin ku li DYAyê şîzofreniyeke polîtîk geş dibe. Ev îdia bi awayekî din nikarin bên îzahkirin. Heger rêveberiya DYAyê rast bibîne û bixwaze, em amade ne ku zabitnameya kombûna Lavrov û Trump pêşkêşî Senatoya DYAyê bikin"
Amadebûyiyên li salonê bi hevoka Putîn, "Sirên ku ji Trump standin, ji ber ku bi me ra parve nekirin divê em Lavrov hişyar bikin. Ev bona wî rewşeke xirab e" keniyan.
Putîn îdia kir ku li DYAyê argumanên dijî Rûsyayê di polîtîkaya navxweyî da tên emilandin û wiha bal kişand, "Heger ew fêm nakin ku ev yek zirarê dide welatê wan, nexwe ew bêaqil in. Em bi tu hawî têkelî karûbarên navweyî yê DYAyê nebûn û emê nebin jî."