Bekir Aydoğan
15 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2025
Hat ragihandin ku li Duhoka bajarê Iraqê bi wesayîta esmanî ya bêfirokevan (ÎHA) a bombebarkirî êrîşî qada neftê ya Sersingê kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat dayîn, li dijî qada neftê ya Sersingê bi ÎHAya bombebarkirî êrîşa terorê hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat, êrîşên bi vî rengî yên ku binesaziya aboriyê ya HKIyê dixin hedef, bi tundî hatin şermezarkirin.