Dinya

Li dijî Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê êrîş: 12 kuştî

Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed û piştgirên wê ser cî û warên sivîlan ku di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ne, bi şev derengiyê şevê êrîşa esmanî û bejahî kirin û di êrîşê da 4 jê zarok 12 sivîl hatin kuştin

İbrahim Atmaca  | 20.05.2019 - Rojanekırın : 21.05.2019
Li dijî Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê êrîş: 12 kuştî

İdlib

Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşşar Esed û piştgirên wê ser cî û warên sivîlan ku di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ne, bi şev derengiyê şevê êrîşa esmanî û bejahî kirin û di êrîşê da 4 jê zarok 12 sivîl hatin kuştin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmê hat hildan, artêşa rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan êrîşa esmanî û bejahî bir ser navçeyên Kensafra û Kefrenbîlê yên bajarê Îdlibê û gundê El Kastunê ku dikeve devera çiyayî ya rojavayê Hamayê.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîl (Baretspî) hat hildan, di êrîşên ku li ser navçeya Kefrenbîlê û gundê El Kastunê hatin kirin da 4 jê zarok 12 sivîl hatin kuştin.

Mala çavdêriya balafiran a mixalifan destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîş bir ser navçeya Kefrenbîlê û wiha got, "Du jetên şer ên Ûris ji Himeymîmê rabûn."

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e.

Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsa Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû.

Hêzên rejimê li başûrê rojhilata Îdlibê bajaroka Sîncarê, gundên Ebu dalî, Hîcaz, Resîm el Abît, Remle, Um Cureynê û balafirgeha Ebu Zuhurê di serê sala 2018an da bi dest xistibûn û ji aliyê başûrê rojhilatê va ketibûn nav sînorên bajarê Îdlibê.

Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn. Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Kazakistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Çavkaniyên parastina sivîlan (baretspî) destnîşan dikin ku ji 25ê nîsanê vir va di êrîşan da 167 sivîl hatin kuştin, ji 415an zêdetir jî birîndar bûn.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezar û 444 sivîl ji cî warên wan kirin.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êerîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın