Dinya

Trump dîsa gef li Îranê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Heger Îran bixwaze şer bike, dê ev yek ji bo Îranê bibe dawîlêhatina fermî. Careke din gefê li Amerîkayê nexwe, tuwextî!"

Önder Beyter  | 20.05.2019 - Rojanekırın : 21.05.2019
Trump dîsa gef li Îranê xwar

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa gef li Îranê xwar û got, "Heger Îran bixwaze şer bike, dê ev yek ji bo Îranê bibe dawîlêhatina fermî."

Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê ra daxuyaniyeke din ku dikare agirê rageşiya bi Îranê ra gur bike, da.

Trump di daxuyaniya xwe da wiha got, "Heger Îran bixwaze şer bike, dê ev yek ji bo Îranê bibe dawîlêhatina fermî. Careke din gefê li Amerîkayê nexwe, tuwextî!"

- Rageşiya Amerîka-Îranê

Rêveberiya Trump, 8ê Gulana 2018an daxuyandibû ku ew ji peymana nukleerê ku sala 2015an hatibû îmzekirin, vekişiyan.

Amerîkayê dû ra astengiyên dijî îxracata petrola Îranê cî bi cî kiribûn û di meha nîsanê da jî Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê li lîsteya "rêxistinên terorê yên biyanî" zêde kiribû.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî daxuyandibû ku wekî bersiv, di 8 gulanê da welatê wî beşek ji fealiyetên nukleerê cardin da destpêkirin û herwiha 60 roj jî mawe da hevbeşên peymanê da ku tedbîrên wiha werbigirin ku berjewendiyên Îranê parastî bimînin.

Amerîkayê çendek berê jî li dijî gefên dibe ku ji aliyê Îranê bên xwarin, wekî tedbîr, Hêza Peywira Bombardimanê ku ji Koma Êrîşê Keştiya Balafirê USS Abraham Lincoln û balafirên bombardimanê B-52 yên bi kapasîteya 4 nukleeran pêk tê, şandibû Kendava Besreyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın