Önder Beyter
20 Gulan 2019•Rojanekirin: 21 Gulan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di resepsiyona Balyozxaneya Tirkiyeyê li Meksîkoyê da ligel civaka Tirk ku li vî welatî dijî hat cem hev.
Çavuşoglu piştî seredana xwe ya Kubayê, di çarçoveya ziyareta Amerîkaya Başûr da derbasî Meksîkayê bû û li vê derê dest bi bernameya xwe kir û herwiha beşdarî resepsiyona ku Balyozê Tirkiyeyê li Meksîkoyê Tahsin Timur Soylemez mazûvan e bû.
Wezîr Çavuşoglu di resepsiyonê da ligel civaka Tirk ku li vî welatî dijî hat cem hev.
Tê çaverêkirin ku Çavuşoglu dê di çarçoveya bernameya xwe da di konferansa ku dê bi hevkariya saziyeke ramanî ku navenda wê Meksîko ye, were lidarxistin da xîtabî amadebûyiyan bike û dû ra jî ligel Serokê Senatoya Komara Meksîkayê Marti Batres û Wezîrê Karên Derva yê Meksîkayê Marcelo Ebrard rûnê.