Sûriyeyiyên ji ber şerê navxweyî koç kirin niha di konên li Azezê hatin ava kirin de, bi alîkariya Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) û hin saziyên sivîl ên civakî dijîn. Lê ji ber şert û mercên diwar jiyana nêzîkî 7 hezar û 500 sûriyeyî dijwartir bû.
Li Azezê berf dibare, germahiya hewayê carinan dadikeve bin sifirê, ji sûriyeyiyên herêmê hinek di konan de sobeyê vedixin û xwe germ dikin hinek jî bi agirê ku li ber konan vêdixin xwe germ dikin. Li herêmê berf hêdî hêdî dihele û şilape çêdibe. Penaber avê diçin ji embar û kaniyên li qada konan hatine danîn tînin. Hat ragihandin ku ji ber şert û mercên hewaya dijwar çend roj in av jî tuneye.
Li konbajarên lê penaberên sûriyeyî dijîn pirsgirêka ceyranê jî heye, lewra bi rêkûpêk ceyranê nadin û ji ber sermayê penaber diqerisin. Herî zêde jî zarok sermayê digrin. Cil û bergên zarokan tunin, zarok di nav berf û qeşayê de şimikan bêgore dikin piyê xwe û di nav heriyê de dimeşin.
Pêdiviya sûriyeyiyên bi nan û şîva ku ÎHH dide dijîn niha bi komir û hêzingan heye.
-Kon kevn bûn
Berpirsiyarê Deriyê Sînor yê Esselamê yê Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Mirovan Serkan Oktem, nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev sal û nîv e li herêmê ji bo penaberan dixebitin.
Otkem got ku du salên konan qediya û kon kevin bûne û da zanîn ku dê konan biguherînin. Otkem got ku şert û mercên hewayê dijwartir bûn û niha herî zêde pêdiviya wan bi komir, hêzing û mazotê heye.
-Bangewaziya civaka navneteweyî
Îsmînûr Huseyinê sûriyeyî yê ku par ji Helebê hatiye û niha di konan de dijî, got ku her diçe hewa sar dibe û şert û mercên jiyana wan dijwartir dibe.
Huseyin, da zanîn ku sê zarokên wî hene û wiha dewam kir: "Hewa pir sar e. Di piyên zarokên min de sol tuneye. ÎHH rojê du dana xwarinê dide me. Niha pirsgirêka me ya herî mezin nebûna sobeya me ye. Em agir vêdixin û xwe li ber agir germ dikin. Heke betaniya û kincên zivistanê ji me re bi cih bikin em ê rihet bikin."