Önder Beyter
06 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Li ser rêbejaya D-100 li tanga Çiyayê Boluyê barîna berfê dest pê kir.
Li deverên Yumrukaya, Xaçerêya Abantê, Bakacak, Karanlikdere û Seymenlerê ji destê sibehê pê va berf dibare.
Ekîbên rêbejayê li herêmê xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin. Di çûn û hatinê da pirsgirêk tuneye.
Ekîbên trafîqê ku li ser guzergehê peywirê dikin jî ajokaran hişyar dikin ku li hemberî barîna berfê baldar bin.
Li navenda bajarê Boluyê jî barîna berfê bi awayekî nerm dibare.