30 Mijdar 2019•Rojanekirin: 30 Mijdar 2019
Li Cerablusa li bakurê Sûriyeyê ya di destê mixalifan da bi wesayîta bommbebarkirî êrîşa terorê hat kirin, di êrîşê da 4 sivîl birîndar bûn.
Li navenda navçeyê ya Cerablusa li herêma Herekata Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê bombeya di wesayîtê da hatibû bicîkirin teqiya.
Li herêma lê qerebalixiya sivîlan heye li gor tesbîtên ewil 4 kes di êrîşa terorê da birîndar bûn.
Di encama teqînê da li der û dorê zirar çêbû.
Hêzên ewlekariyê yên li dewsa bûyerê lêkolînê dikin li ser îhtimala dibe ku YPG/PKKya rêxistina terorê kiribe disekinin.
Li Cerablusa di destê mixalifan da van demên dawîn gelek caran êrîşên terorê tên kirin. Li navçeyê di 5ê cotmehê da bi motorsîkletên bombebarkirî êrîşên hemdem hatibûn kirin û di êrîşan da 16 sivîl birîndar bibûn.