Fatih Gazioğlu
30 Mijdar 2019•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2019
Di erdheja bi lerza 6,3an ku li Diraça bajarê Albanyayê çêbû da jimara miriyan derket 50 kesî.
Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama daxuyanî da û got di erdheja ku navenda wê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê ye da jimara miriyan derket 50 kesî. Rama got ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastina Civakî jî di erdhejê da bi tevahî 913 kes jî birîndar bûn.
Li herêmê ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên Tirk, Makedonyaya Bakur, Kosova, Yewnanistan di serî da û ji gelek welatên din ekîb hatin û li herêmê xebatên xwe didomînin.
Li herêmê ji bilî tîmên AFADê, tîmên TÎKA û Heyva Sor a Tirkan jî dixebitin.
Li herêmê yek bi lerza 5,6an yek jî bi lerza 5,1an bi tevahî ji sedan zêdetir erdhejên din yên biçûk çêbûn.