08 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
PEKÎN
Hat ragihandin ku di hezaza Çînê de 35 kes winda bûn.
Li gor nûçeya ajansa Şînxuwayê, li eyaleta Fucouyê cihê ku înşaeta hîdroelektrîkê hezaz çêbû. Di hezazê de 35 karker winda bûn. 5 karker ji hezazê hatin xilaskirin, lê rewşa wan giran e.
Hat ragihandin ku sedema hezazê barana gur e.
Li herêmê ji bo ku karker bên dîtin, xebatên lêgerînê dewam dikin.