Fatih Gazioğlu
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
BRUKSEL
Li Bruksela paytexta Belçîkayê wesayîteke ku ji polêsan reviya hat sekinandin. Şofêr hat binçavkirin. Şofer îdia kir ku di wesayita wî de bombe heye. Li ser vê tîmên îmhekirina bombeyan hatin cihê bûyerê, rê ji hatin û çûna wesayîtan ra hat girtin, gelek xanî û dikan jî ji bo tedbîrê hatin xalîkirin.
Li gor nûçeya Belgaya ajansa nûçeyên Belçîkayê polês di seat 17.00an de ketin dû wesayîteke ku jê ketine şikê. Polêsan hişyarî da wesayîtê û gotine bisekine lê wesayît nesekinî û polêsan li ser vê gule berdanê.
Wesayîtê qeza kir û sekinî. Şofêrê wesayîtê hat binçavkirin. Şoferê ku navê wî hê ne diyar e îdia kir ku di wesayîta wî de bombe heye. Li ser vê tîmên îmhekirina bombeyan hatin cihê bûyerê, rê ji hatin û çûna wesayîtan ra hat girtin, gelek xanî û dikan jî ji bo tedbîrê hatin xalîkirin.
Par di meha adarê de li dijî balafirgeh û metroya Brukselê hin êrîşên terorê hatibûn kirin û di encama êrîşan de 32 kes miribûn û nêzî 300 kesî jî birîndar bûbûn.