Türkan Tosun
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
ŞAM
Li Xutaya Rojhilat a Şama Sûriyeyê hêzên Esed ji bejahî û esmanî êrîşî cihên ku sivîl lê dijîn kirin. Di êrîşê de kesek hat kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Çapemeniyê ya Parastina Sivîl Omer Ebû Ubeyde ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rejima Esed li bajarokên Zemelka û Eyn Termayê û taxa Cobarê ji hewayê 12 êrîş kir û ji bejahiyê jî 25 fuze avêt van cihan.

Ubeyde got di êrîşê de sivîlek hat kuştin û 13 sivîl jî birîndar bûn. Kesekî ji tîma parastina sivîl jî dema ku ji bo alîkariyê dîçû cihê bûyerê jî ji ber êrîşa esmanî birîndar bû.
- Rejimê li Cobarê êtîmxaneyek bombe kir
Aktîvîst Mihemed Ebû Eyad jî daxuyand hêzên rejimê li taxa Cobarê êtîmxaneya 'Dar Tok Hemam" bombe kir û avahî bi tevahî xirab bû.

Eyad got tişta ku baş ew e ku di êtîmxaneyê de tu kes tunebû, lewra rayedaran zarok birin li Xutaya Rojhilat û bi cihekî ewlehî ew bi cih kirin.
Eyad destnîşan kir hêzên Esed hewl didin bikevin Eyn Terma û Cobarê lê muxalif li ber xwe didin û destûrê nadin wan.