BEXDA
Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê di êrîşên bi bombe yên ku li herêmên cuda hatin kirin de 41 kes mirin û 76 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistin wesayîteke bombebarkirî yê ku li Kazimiyyeya taxa Bexdayê li kêleka rê parkkirîbû, hat teqandin. Di teqînê de 6 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku li taxa eş-Şûlayê ya ku li bakurê paytextê ye bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş hatin kirin. Di êrîşan de 32 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li taxa el-Wîşaşa li rojavayê Bexdayê jî êrîşa bi bombe ya ku hedefa wê dikanên esnafan bû de 3 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li iraqê pevçûn û valahiya otorîteyê heye û di serî de Bexda li gelek bajaran gelek caran êrîşên bi bombe tên kirin.