Haydar Karaalp
01 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2022
Li Bexdaya paytextê Iraqê di çalakiyên dijî hikûmetê da xaza rondikrêj bi ser çalakvanan da hat reşandin û bombeyên deng tên avêtin.
Hêzên hikûmeta Iraqê bombeyên deng û xaza rondikrêj diavêjin çalakvanên hewl didin ji ser bariyerên li Pireya Komarê û Meydana Tehrîrê hatine danîn, derbas bibin. Çalakvan jî keviran diavêjin eskeran.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê hemû kuçe û rêyên ber bi Herêma Kesk va diçin bi bariyerên beton va ji trafîkê ra girtin.
Li Bexdaya paytextê Iraqê di 10ê Cotmeha sala 2019an da li dijî hikûmetê çalakiyan dest pê kiribû û bi lez û bez jî li bajarên başûr jî belav bû. Ji ber wan çalakiyan hikûmêta wê demê îstifa kir. Di wan çalakiyan da ji ber gulebarandina hêzên hikûmetê ji 600î zêdetir kes hatibûn kuştin.