Fewzî li Nûnertiya Parlementoya Iraqê ya li Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê da, li vir bi bîr xist ku peşmergeyekî ku di Alaya Muhafiza ya Serokomariyê de peywirdar e rojnameger Bedewî kuşt û wiha dewam kir: "Em ê destûrê nedin da ku dosye bê girtin. Kî dibe bila bibe em vê kuştinê napejirînin û ji bo darizandina wî çi hewcebe em ê bikin û serî li rêyên qanûnî bidin."
Fewzî got divê bersûc li gorî rêzikên hiqûqê bê darizandin û cezakirin û wiha axivî: "Der barê mijarê de di zagonên me de çi hebe divê li gor zagonan tevbigerin. Em kirinên kêfî qebûl nakin."
Mihemed Bedewiyê ku hat kuştin rêvebirê radyoya "Ewropaya Azad" û "Iraqa Azad" yên ku bêyî bendewariya kar bidestxistinê bi 30 zîmanî weşan dikin bû, di heman demê de jî li Zanîngeha Bexdayê endamê hîndekariyê bû. Li gorî rapora Saziya Civaka Sivîl a Iraqê li welat ji sala 2003yan vir ve biyanî û herêmî bi tevahî 267 rojnameger hatin kuştin.