NEW YORK
Di xwêpaşandanê de Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed wek " terorîst" hat îlankirin û di dema xwepêşandanê de civîna Konseya Ewlehiyê ya NYyê jî dewam dikir.
Pankartên ku li ser "Esed rawestînin" nivîsîbû avêtin erdê û xwepêşandan li ser van pankartan kirin. Di xwepêşandanê de ji bo temsîliya zarokên ku di êrîşa bi çekên kîmyewî de mirin, mankenên ku bi kefenkirî, bi kar anîn.
Di xwepêşandanê de dia hat kirin û dirûşme hatin avêtin. NY û Serokê DYAyê Barack Obama bi bêbertekiya li hember êrîşan, hatin sûcdarkirin. Xwepêşandêran dirûşmeyên "heke edalet tunebe, aştî jî tuneye" avêtin û bi hev re nimêj kirin.
Şaredarê New Jersey Borough Prospect Parkê Muhemed Xeyrullah daxuyaniyek da nûçegîhanê AAyê û bal kişand ku heke destûr bê dayîn Esed dê dîsa çekên kîmyewî bi kar bîne, dê mirinên li welêt gelekî zêde bibin.
Xeyrullah got ji bo ku em berpirsyariya NYyê bi bîr bixin vê protestoyê dikin û wiha axivî: "Jimara kesên ku ji hêla rejîma Esed ve hatin kûştin, herî zêde îro bû. NY, mecbûr e ku mezlûman biparêze û edaletê bi cih bîne. Gelê Sûriyê ev du sal in li benda alîkariya NYyê ye lê jî NYyê tiştek nekir. Heke rê bidin ku Esed çekên kîmyewî bi kar bîne, jimara miriyên Sûriyê dê zêde bibe. Em ji bo ku wehşeta Esad bide rawestandin bangî NYyê dikin."
Emîna Masriya ku bi eslê xwe sûriyî ye û ev deh sal in li DYAyê dijî bûyerên li Sûriyê wek " rûreşîyê" bi nav kir. Masrî bi cenazeyê temsîlî ya zarokeke kefenkirî, beşdarî protestoyê bû û diyar kir ku di serî de welatên ereb û rojavayî, tu hewldanên parêzvanên mafên mirovan, ji bo Sûriyeyê çênebû.
Xwepêşandana ku zarok û jin jî beşdar bûn, bi qasî 3 saetan dewam kir.