Şahin Seçen
31 Adar 2026•Rojanekirin: 01 Nîsan 2026
Li Batmanê dayik û kurê wê yên ku li baxçeya mala xwe rastî êrîşê hatin jiyana xwe ji dest dan.
Aynur K. (55) û kurê wê Ducane K. (28) yên li Taxa Pinarbaşiyê ya navend dijîn rastî êrîşa çekdarî ya kesekî hatin.
Li ser îxbarê ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku Ducane K li cihê bûyerê miriye.
Aynur K jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Batmanê digel midaxelaya hat kirin bi ser xwe va nehat û mir.
Ekîbên polês û cendirmeyan li rêya Batman-Diyarbekirê di nav wesayîtekî da bi amûrê sûcê va bersûcê reviyabû girtin.