Artêşa Îsraîlê li herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê avahiyek bombebaran kir
Beyrut
Artêşa Îsraîlê li herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê avahiyeke ku tehdîda êrîşê kiribû, bombebaran kir û xira kir.
Artêşa Îsraîlê li Taxa Xubeyriya li herêma Dahiyeya li patext Beyrûtê avahiyekî bombebaran kir.
Ji ber ku balafira şer a Îsraîlê qata jorîn a avahiyê bombebaran kir teqîneke mezin çêbû û li hawirdor dûman bilind bû.
Avahiya hedef hat girtin li ser rêya balafirgehê li herêmeke ku nifûsa wê qerebalix e cî digirt.
Avîchay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê biqasî saetek berî êrîşê ji ser hesabû çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye tehdîda êrîşê kir û xwest ku der û dora avahiyê bê texliyekirin.
Artêşa Îsraîlê gelek caran dijî herêma Dahiyeyê ya ku li başûrê Beyrûtê cî digire û wekî kelha Hîzbullahê tê zanîn tehdîda texliye û êrîşê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
