13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
DELHIYA NÛ
Li Bangladeşê serokê rêxistina "Hereketul Cîhad"ê û du endamên rêxistinê yên ku 13 sal berê êrîşî dîplomatê îngilîz kiribûn, hatin îdamkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Asaduzzaman Xan daxuyand ku Muftî Hannanê serokê rêxistina Hereketul Cîhadê û endamên rêxistinê Şerîf Şedul li nêzîkî Daqqayê li Girtîgeha Kaşîmpurê hatin îdamkirin.
Endamê rêxistinê Delwar Huseyîn Rîponê ku alîkariya êrîşê kiribû jî li herêma Sylhetê hat îdamkirin.
Rêxistina Hereketul Cîhadê di sala 2004an de êrîşî komîserê îngiliz Enwer Choudhury kiribû. Di êrîşê de 3 kes miribûn û 70 kes jî birîndar bûbûn. Choudhury jî ji êrîşê birîndar xilas bûbû.
Ji bo Hannan, Şedul û Rîpon di sala 2008an de biryara îdamê hatibû dayîn, Dadgeha Temyîzê ev biryar di 19ê adarê de pesend kiribû.
Serokê Dewletê Evdil Hemîd daxwaza efûyê qebûl nekiribû.
Hannan dema dagirkeriya Efxanistanê de li dijî Yekîtiya Sovyetan şer kiribû, di sala 1990an de piştî ku birîndar bûbû vegeriyabû welatê xwe. Rêxistina Hereketul Cîhadê di navbera salên 1999 û 2005an de gelek êrîş kirin, di êrîşan de ji 100î zêdetir kes hatin kuştin.