Nihat Kavşut
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
BAB
Welatiyên li Baba navçeya Helebê ya ji destê DEAŞa rêxistina terorê hat hildan ji bo amadehiyên Eyda Remezanê derdikevin sûk û bazaran.
Ji ber amadehiyên eydê sûk û bazarên navçeyê qerebalix e û li navçeyê ewlehî bi destê Polêsên Sûriyeya Azad pêk tê.
Li Babê sûk û bazar heta nîvê şevê vekirî ne û welatî bi gelemperî piştî fitarê derdikevin derva û li sûk û bazaran digerin.
Li navçeyê welatî heta dereng di nav ewlehiyê da amadehiyên xwe dikin.
Dikanên li navçeyê bi cil û bergên rengîn û herêmî hatine xemilandin.