31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
HELEB
Li Heleba Sûriyeyê, PYD/PKKya rêxistina terorê, li cihên ser xeta Operasyona Mertalê Feratê ku DEAŞ jê bêyî şer derdikeve, bi cih dibin.
Di nûçeya AAyê ya di 28ê cotmehê de hatibû weşandin de hatibû ragihandin ku, her diçe şerê Operasyona Mertalê Feratê bihêz dibe, ji ber vê yekê DEAŞ hewl dide bi PYD/PKKya rêxistina terorê re hevkariyê bike, tê gotin ku DEAŞ wê hin herêmên girêdayî Baba navçeya Helebê ji PYD/PKKyê re bihêlê û jê vekişe. Nûçeya ku AAyê li gor daneyên hêzên ewlekariyê weşandibû de dihat destnîşankirin ku wê DEAŞ tevî PYD/PKKyê li pêşiya xeta eniyê ya Herekata Mertalê Feratê bisekine.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên muxalif ên tevlî Herekata Mertalê Feratê bûn hat hildan, DEAŞê dawiya hefteyê herêmên ku li ser bazarî dikirin radestî PYD/PKKyê kirin.
PYD/PKKyê bêyî şer û pevçûn gundê Kafîr Karîs, Tel Sûsîn û Maarret Muslîmiyeya dikevin aliyê bakûrêrojhilatê Babê, herêma Fafînê û kampusa perwerdeyê ya dibistana Piyadeyê ji DEAŞê teslîm girt.
Herwiha PYD/PKK hinekî din nêzî Baba di kontrola DEAŞê de bû.
Rêxistin ji bo ku Efrîn û Minbiçê bigihîne hev, divê Babê bi dest bixe.
Di Operasyona Mertalê Feratê da TSK û hêzên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) dest pê kiribû û rêya PYD/PKKê ya Efrîn-Tel Rifat û aliyê Bab-Minbiçê teng kiribû. Hêz vê gavê 12 kîlomêtreyan dûrî Babê ye.
Çavkaniyên ewlehiyê balê dikşînin ku bi bazarê va DEAŞê PYD/PKKê li Efrîn-Tel Rifatê rizgar bike û li xeta eniyeke berfirehtir derxe pêşiya TSK û ASAyê.
Çavkanî dibêjin, PYD/PKK ji bo ku nêzî Babê bibe, qaîl dibe ku zêdetir bi Mertalê Feratê ra bikeve pevçûnê û her du rêxistin ji bo ku her du rêxistin bi hev ra xetên eniyê biparêzin, ew li bendê ne ku tevkariya xwe zêde bike.
PYD/PKKê bi piştgiriya Amerîkayê li rojhilata çem sînorê Sûriye û Tirkiyê bi dest xistibû. Rêxistina terorê dil heye ku ji bakurê rojhilata Sûriyê heta hemberî navçeya Reyhanliyê bike bin serweriya xwe û piraniya sînorê her du welatan ji hev biqetîne.