Tirkiye

Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 14 gumanbar hatin girtin

Emrah Gökmen  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 26.11.2025
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 14 gumanbar hatin girtin

Istanbul

 Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 14 gumanbar hatin binçavkirin.

Ekîbên Rêveberiya Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê xebatên xwe yên ji bo rêgirîkirin û deşîfrekirina fealiyetên DEAŞa rêxistina terorê didomîne.

Di xebatan da nasname û hinek navnîşanên gumanbarên ku bi mebesta lidarxistina êrîşan bi navê rêxistina terorê, teqemenî peyda dikirin û di heman demê da peywendiya wan bi qadê şer ra hebû, hatin tesbîtkirin.

Di encama operasyonên hevbeş da li dijî navnîşanên tesbîtkirî da 14 gumanbar hatin girtin.

Di lêgerîna li navnîşanan da gelek materyalên dijîtal, demançeyeke bêruxset û 90 fîşek hatin desteserkirin.

Gumanbar ji bo karûbarê wan birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın