Muhammet Kurşun
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
MOSKOVA
Li gor daxuyaniya Lijneya Çavdêriya Ragihandina Civakî û Teknolojiyên Zanyariyê ya Rûsyayê (Roskomnadzor) Telegrama ku yek ji bernameyên herî populer ên peyaman e û avakarê wê Pavel Durovê rûs e dibe ku li Rûsyayê were qedexekirin.
Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku hin hûrgilî der barê şirketê de ji Telegramê hatine daxwazkirin û digel hemû daxwazan jî şirketê belgeyên pêwîst temîn nekirine.
Roskomnadzorê ragihand ku eger belgeyên pêwîst neyên temînkirin dibe ku bername li rûsyayê were qedexekirin û dê biryar di demeke nêzîk de were dayîn.
Avakarê Telegramê Pavel Durov jî li ser malpera medyaya civakî Vkotakteyê ragihand ku qedexekirina bernameyê ne di berjewendiyên Rûsyayê de ye.
Telegram mehane ji 100 milyonî zêdetir bikarhênerên wê yên aktiîf hene û yek ji bernameyên herî populer ên peyaman e.