Muhammet Kurşun
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 24 Hezîran 2017
ANKARA
Ehrar'uş Şama ku li Sûriyê li dijî rejima Beşşar Esed şer dike ragihand ku alaya bi sê stêrkên kesk ku Artêşa Azad bi kar tîne û şoreşa Sûriyê temsîl dike dipejirîne.
Nivîsîngeha Rêberî û Dawetê ya Ehrar'uş Şamê der barê bikaranîna alaya bi 3 stêrkên kesk de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ala wek "alaya serfiraziyê ya bi 3 stêrkan" hat wesifandin û hat diyarkirin ku xelkê Sûriyê ew hilbijartiye û ji xelkê ew pejirandiye.
Berdevkê rêxistinê Ebû Zeyd destnîşan kir ku dê Ehrar'uş Şam ji vir pê de digel alaya xwe ya şoreşê jî bixebitîne û ev nayê wê me'neyê ku dev ji alaya xwe berdane.