ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala diyar kir ku beriya hilbijartinê li hemberî Ak Partiyê hin tifaq hatin kirin û wiha got: "Baş e, di dawiyê de çi bû? Heman tifaqê li wir dersa xwe stend. Vê carê piştî hilbijartinê ketin nav wê hewlê ku têkçûna mixalefetê veşêrin. Di vê hewla xwe ya veşartinê de ew êdî bûne pispor, lewra ew her tim têk diçin. Li vir tişta balkêş ew e ku Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) jî di nava wê tifaqê de bû destiyê dasê. Ji bo wî ev guhertinên ku di van mehên dawîn de pêk hatin gelekî ecêb e. Ev guhertin di nava şert û mercên asayî de pêk hat û normal e. Mirov nikare vê guhertinê wekî veguherînekê bi nav bike."
Wezîr Ala di Bernameya Kûlîsa Paytextê ya di têlevîzyona Kanal 7an de bersiva pirsên der barê rojevê de da.
Di bernameyê de daxuyaniya Serokê DDByê Haşîm Kiliç jî ji Ala hat pirsîn û Ala wiha got: "Li welatên pêşketî serokê dadgeheke bilind nikare der barê van mijaran de biaxive. Ev nîşaneya paşdemayînê ye."
Wezîr Ala destnîşan kir ku endamên hikûmetê ji ber 52yemîn salvegera damezirîna DDByê wekî mêvan beşdarî merasîmê bûn û wiha pê de çû: "Li gorî edetan divê li hemberî mêvanan bêedebiyeke herî piçûk jî neyê kirin. Li gorî edetên me, kesên vexwendî mêvanên we ne. Meriv ji mêvanan re rêzê digre. Pileya rêzgirtina we, qalîteya we dide nîşan, ne ya kesên li hember."