2016 ж. 30 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 30 маусым
ANKARA
Wezîrê Karê Navxweyî Efkan Ala, der barê êrîşa li Balafirgeha Ataturkê got, "Hemî zanyarî û delîlên di destê me da DAEŞa rêxistina terorê nîşan didin. Lê dîsa jî teqez nîne."
Wezîrê Karê Navxweyî Efkan Ala di bernameyeke fitarê da, der barê êrîşa li Balafirgeha Ataturkê da bersiva pirsên rojnamevanan da.
- Di êrîşa menfûra li Balafirgeha Ataturkê da 42 kesan jiyana xwe ji dest da
Di bersiva pirsa "Gelo teqez bû ku ewên êrîş li dar xistin endamê DAEŞê ne?" da Ala got, "Hemî zanyarî û delîlên di destê me da DAEŞa rêxistina terorê nîşan didin. Lê dîsa jî teqez nîne. Hinek zanyarî û kes di destê me da hene. Di vê çarçoveyê da hemî girêdan û têkilî tên nirxandin. Di encama gihiştina wan îrtîbatan da wê rewş jî rêxistin jî safîtir bibe. Lêpirsîneke girîng û berfireh tê ajotin.
- Di lêpirsînê ber bi pêşveçûneke berbiçav çêbûye
Alayê Wezîr destnîşan kir ku ew êrîş bi terora gerdûnî va ji nêzîk va têkildar e û wiha pê da çû, "Delîlên destketî nîşan didin ku hinek ji êrîşkaran bi regez biyanî ne. Lêpirsîn didome mumkîn e encamên nû jê sadir bibin. Min divê ez bêjim di lêpirsînê da pêşveçûneke berbiçav çêbûye."