Sinan Doğan
21 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2023
Li Arjantîna welatê Amerîkaya Başûr bi lerza 6,4an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku navenda erdhejê ji aliyê bakurê rojava va 116 kîlomêtro dûrî bajarê Santiago del Esteroyê ye.
Hat tesbîtkirin erdhej 589 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Li Şiliyê herêmên Arîca, Parînacota, Tarapaca û Antofagastatê jî erdhejê hisiyan.
Heta niha tu kes di erdhejê da nemir an jî birîndar nebû.