Li Amerîkayê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeze û rojnamegeran hat protestokirin

Ankara
Li Amerîkayê xwepêşandêrên alîgirê Filistînê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê û hedefgirtina rojnamegerên ku êrîşên Îsraîlê dikin nûçe, protesto kir.
Xwepêşandêr li ber Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê hatin cem hev.
Xwepêşandêrên ku alayên Filistînê bilind kirin, li qoşxane û taweyên di destê xwe da xistin û bi wî awayî berteka xwe ya ji ber êrîşên Îsraîlê îfade kirin.
Xwepêşandêran her wisa hedefgirtina rojnamegerên ku jenosîda Îsraîlê ya li Xezeyê didome dikin nûçe jî protesto kir û pankartên bi nivîsa "Îsraîl ji bo kuştina rastiyê, hemû rojnamegeran dikuje", "Îmheyê rawestînin", "Li ser xaka hatiye dizîn aştî nabe" û "Hûn nikarin jenosîdê veşêrin" bilind kirin.
Ekîbên Departmana Polêsê New Yorkê (NYPD) gelek xwepêşandêrên alîgirên Filistînê binçav kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.