Dinya

Trump beriya ku bi Putîn ra hevdîtinê bike wê bi Zelenskiy û pêşengên Ewropayê ra online civînê bike

Hakan Çopur  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 13.08.2025
Trump beriya ku bi Putîn ra hevdîtinê bike wê bi Zelenskiy û pêşengên Ewropayê ra online civînê bike

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku wê roja înê li Alaskayê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra hevdîtinê bike, wê îro bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û pêşengên Ewropayî ra wek online bicive.

Rayedarekî Qesra Spî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û civîna Trump ya îro piştrast kir.

Rayedar di daxuyaniya xwe da got ku Trump wê îro bi Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy û pêşengên Ewropayî ra civîna online bike û beriya civîna ku wê bi Putîn ra bike, wê rewşa dawîn binirxîne.

Serokê Amerîkayê Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn wê 15ê Tebaxê roja înê li Anchorageya bajarê Alaskayê bicivin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın