İbrahim Atmaca
05 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2019
Mizgefta Yavuz Siltan Selîmê ya li Mannheima bajarê Almanyayê ji ber êxbara bombeyê hat valakirin.
Li gor saeta herêmî di 09.30î da ji mizgefta ku girêdayî Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê (DÎTÎB) ye ra posteyeke elektronîk hat şandin û tê da êxbara bombeyê hat kirin.
Li ser êxbarê ekîbeke taybet a ku ji 40 kesan pêk hat, sewqî mizgeftê kirin û ekîbê kesên di mizgeftê da texliye kirin û bi seyên perwerdekirî va lêgerîn kirin.
Îsmaîl Hakki Çakirê Serokê Komeleya Mizgefta Yavuz Siltan Selîmê ya Mannheimê diyar kir ku piştî êxbara bombeyê wan cab da polêsan.
Çakir got ku polês demildest lêgerîn da destpêkirin û heta nimêja esrê mizgeft hat girtin.
Di 22yê tîrmehê da dîsa ji bo heman mizgeftê êxbara bomebeyê hatibû kirin û piştî lêgerînê tiştek derneketibû.