28 Nîsan 2017•Rojanekirin: 29 Nîsan 2017
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku terorîstên PYD/PKK/YPGyî ji herêma dagirkirî a li aliyê Sûriyeyê bi rokêtavêjan êrişî Qereqola Hidûd a Aksoyê ya li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê kirin, li ser vê bersiv hat dayîn, 3yên wan kesên ku rokêt diavêtin bi tevahî 11 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku terorîstên PYD/PKK/YPGyî ji herêma dagirkirî a li aliyê Sûriyeyê bi rokêtavêjan êrişî Qereqola Hidûd a Aksoyê ya li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya midafaya meşrû da bersiv dan êrişê, li gor agahiyên ku ji herêmê hatin sitandin, 3yên wan kesên ku rokêt diavêtin 8ên wan kesên di weşayita ku "Doçka" li ser bû da bi tevahî 11 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku sîleha "Doçka"yê jî hat îmhakirin.