İbrahim Atmaca
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Li nêzî qeraxê Alaskaya eyaleta li bakurê Amerîkayê bi lerza 8,2yan erd hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ên Amerîkayê diyar kir, erdhej li gor saeta herêmî di saet 09.30î da çêbû û lerza wê 8,2 ye. Navenda erdhejê jî ji aliyê başûrê rojhilatê va 278 kîlomêtre dûrî herêma Kodîakê ye.
Erdhej 10 kîlomêtre di bin erdê da çêbû û ji ber rîska tsunamiyê hişyarî hat dayîn.