Ahmet Dursun
03 Mijdar 2024•Rojanekirin: 03 Mijdar 2024
TEHRAN (AA) - Li eyaleta Sîmnanê ya Îranê bi mezinahiya 4,8an erdhej çêbû.
Li gorî daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Îranê, bi dema herêmî di saet 05.16an da li navçeya Germserê ya eyaleta Sîmnanê bi mezinaniya 4,8an erdhej çêbû.
Hat diyarkirin, erdheja li paytext Tehranê jî hat hîskirin, 11 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Di daxuyaniya Navenda Rêveberiya Krîzê ya Sîmnanê da hat diyarkirin, bo herêmê ekîb hatin şandin, lêbelê heta niha tu agahiyeke xesarê nehatiye wergirtin.