Mustafa Melih Ahıshalı
25 Hezîran 2022•Rojanekirin: 26 Hezîran 2022
Li eyaleta Hurmuzganê ku dikeve başûrê Îranê, bi lerza 5,6ê erd hejiya.
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî, navenda erdhejê navçeya Bender Çarekê ya eyaleta Hurmuzganê ye û li gor saeta herêmî erdhej di 08.07ê da çêbû.
Hat gotin ku erdhej 22 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn ku di edhejê da tiştek bi kesî hat an jî zirar û ziyan gihîşt mal û milk an na.