Muhammet Kurşun
16 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2021
Li Kîrmana eyaleta başûrê rojhilatê Îranê bi lerza 5,1ê erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li Zerenda navçeya Kîrmanê bi saeta herêmî di saet 15.16an da erdhej çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej 10 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Hê jî nayê zanîn ku di erdhejê da zirar û ziyan heye yan na.