Haydar Şahin
20 Hezîran 2019•Rojanekirin: 20 Hezîran 2019
Rejima Beşar Esed û Rûsyayê ji hewayê êrîşî Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kirin, li gor tesbîtên ewil 7 sivîl hatin kuştin.
Rejima Esed û Rûsya ji ber destê sibê pê va êrîşî gundên Mastume, Hîş, Marethirme û Habîtê, navçeya Mearatînumanê, Latamîne, Erbaîn, Cubbeyn û Til Melaha li bakurê Hemayê yên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê dikin.
Li gor çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî), piştî êrîşê dema ambulans diçû Hîşa gundê Mearatînumana navçeya Îdlibê rejimê êrîş kir 3 wezîfedarên di ambulansê da hatin kuştin.
Hat ragihandin ku ambulans bû xurde.
Wekî mayîn di êrîşan da li Hîşê 3, li Mastumeyê jî sivîlek hatin kuştin.
Ji ber ku êrîş hê dewam dikin ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.