Dinya

Di êrîşa terorê ya li Burkîna Fasoyê da 17 kuştî

Li bakurê Burkîna Fasoyê di êrîşa terorîstan de 17 kes hatin kuştin

Fatih Gazioğlu  | 20.06.2019 - Rojanekırın : 21.06.2019
Di êrîşa terorê ya li Burkîna Fasoyê da 17 kuştî

Abuja

Hat ragihandin ku li bakurê Burkîna Fasoyê di êrîşa terorîstan de 17 kes hatin kuştin.

Wezîrê Parastinê Cherrîff Sy daxuyand ku terorîstan li bakurê welêt êrîş bi ser gundê Belehedeyê û 17 kes kuştin.

Sy got ku piştî êrîşê hêzên ewlehiyê ji bo girtina terorîstan dest bi operasyonê kir.

Burkîna Faso ji sala 2015an vir da rastî êrîşên terorê tê. Li gor agahiyan ji meha nîsanê vir va di êrîşan da 81 kes hatin kuştin. Ji ber êrîşan bi sedan merivî ji gundên xwe koç kir.

Beriya vê li bakurê welêt û herêma Sahelê êrîş dihatin kirin, paşê êrîş li herêmên rojava û navîn jî belav bûn.

Li welêt 13 herêm hene û ji 1ê rêbendanê vir va li 7 herêman rewşa derasayî hatibû îlankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın