Ömer Tuğrul Çam
14 Hezîran 2021•Rojanekirin: 14 Hezîran 2021
Lûtkeya NATOyê ku serokên dewlet û hikûmetan ên welatên NATOyê beşdar dibin, li biryargeha NATOyê ya li Bruksela paytextê Belçîkayê dest pê kir.
Di civînê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nûnertiya Tirkiyeyê dike û pêşengên 30 welatên mitefîq beşdarî civînê dibin.
Di rojeva lûtkeyê da mijarên weke kifşkirina nexşerêya tifaqê ya 10 salên paşerojê, rojanekirina konsepta stratejîk a NATOyê, pêşketina Çînê, rewşa têkiliyên bi Rûsyayê ra ku di salên dawşn da paş ketin, Ukrayna, tehdîdên sîber, têkoşîna terorê, teknolojiyên xerabker, bandora guherîna îqlimê ya li ser ewlehiyê û piştî biryara bidawîkirina mîsyona NATOyê ya li Efxanistanê rewşa dawîn hene.
Joe Biden piştî ku weke serokê Amerîkayê hat hilbijartin, cara ewil beşdarî civînê dibe û wê di civînê da li ser têkiliyên transatlantik jî bisekinin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg wê piştî civînê civîna çapemeniyê li dar bixe û agahiyê bide. Her wiha tê payîn ku danezana lûtkeyê jî wê piştî civînê were weşandin.