Dinya

Serokomar Erdogan beşdarî rûniştina sereke ya Civîna NATOyê bû

Ferdi Türkten  | 14.06.2021 - Rojanekırın : 14.06.2021
Serokomar Erdogan beşdarî rûniştina sereke ya Civîna NATOyê bû

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna NATOyê bû.

Civîna Serokan a NATOyê ya ku serokên welatên endam beşdar dibin li Bruksela paytextê Belçîkayê dest pê kir.

Ji bo pêşwazîkirina mêvanan li Baregeha NATOyê bernameyeke fermî hat lidarxistin.

Serokomar Erdogan û serokên din ji hêla Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg va hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku hemû mêvan hatin pêşwazîkirin wêneyên komî hatin kişandin.

Serokomar Erdogan di wêneyê ku li hewşa Baregeha NATOyê hat kişandin da di navbera Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson da cih girt.

Li cihê ku wêne lê hat kişandin di kuleya dîjîtal da vîdeoyeke der barê NATOyê da hat kişandin.

Erdogan paşê bi serokên din ra beşdarî runiştîna sereke ya Civîna NATOyê bû.

Beriya civînê Erdogan bi Serokê Amerîkayê Jo Bîden ra demekê sohbet kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın